Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li partiyên siyasî hatin belavkirin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê parêznameyên Rêber Apo li partiyên siyasî yên bajarên Qamişlo û Til Temirê belav kirin.

Însiyatîfê, serdana Partiya Aşûrî ya Demokratîk û Partiya Demokratîk a Suraya yên bajarê Til Temirê û Partiya Muhafezkerên Kurdistanî li Qamişlo, kir.

Endamê Partiya Aşûrî ya Demokratîk Xazî Kîfakîs destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo parastina hemû netew û pêkhate bû mînakek.

Ji bo ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, divê hemû partiyên siysî li vê felsefeyê xwedî derkevin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Suraya Nînîl Cindo jî axivî û got:

“Em em her tim banga pêkanîna azadiya Rêber Apo dikin û ji bo ev azadî pêk were, emê asta têkoşînê bilind bikin.

Sekreterê Partiya Muhafezekerên Kurdistanî Ebdulbarî Mihemed jî piştgirî da pêngavê û diyarkir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi bê xwestin, ewê bikin.

Dawiya serdanan, însiyatîfê pirtûkên Rêber Abdulla Ocalan li partiyên siyasî belav kirin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo a Sûriyê serdanên bi partiyan re didomîne

Back to top button