![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/REQA-DOZ-KOBANE-PANEL.png)
Parêzerên Reqayê bi paneleke diyalogê, biryarên dadgehên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên “Doza Kobanê” şermezar kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Panela diyalogê bi navê “Na ji biryarên dadgehên Tirkiyê yên li dijî azadîxwazên Doza Kobanê” li dar ket.
Yekitiya Parêzeran a kantona Reqayê panel rêvebir.
Di panelê de, hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El Esir got:
Dewleta Tirk hewl dide bi rêya vê dozê bi dehan kesayetên siyasî û welatparêz, rastiyên li ser siyasetên xwe yên qirêj veşêre.
Parêzerên Reqa: Pêwîsta zext li dewleta Tirk were kirin
Pêwîst e parêzer zextê li dadgeha navneteweyî bikin da ku ew jî zextê li dewleta Tirk bike.”
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a kantonê, Remedan Hadî jî ev tişt anî ziman:
“Biryarên dijî siyasetmedaran, binpêkirina destûra Tirkiyê û qanûnên NY ye.
Beşdaran jî teqezî bi girîngiya zextkirina li dewleta Tirk a dagirker ji bo rawestandina van sûc û binpêkirinên li dijî azadîxwazan, kir.
Li kantona Firatê têkildarî “Doza Kobanê” panelek hat li darxistin