Qamişlo-201 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê hatin bibiranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo 201 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê yên di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo 201 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê yên di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Kongra Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got tevahî serkefitn û destkeftî bi saya şehîdan in.

Saroxan wiha domand: “Çiqas armanca azadiyê dijwar be, bi hêz û îsrara gel dê bi ser bikeve û azadiya tevahî gelan pêk bê.”

Saroxan wiha bi dawî kir: “Em ê li pêş xewn û berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên hovane yên li dijî gelê me bibin mertal.”

Back to top button