Dagirkeran 10 sivîl ji gundê Cûqê yê Efrînê revandin

Bi nêzîkbûna salvegera 3. a dagirkirina Efrînê, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didomin.
Dagirkeran ji bo standina pereyan ji Efrîn û navçeya Bilbilê 11 sivîl revandin. JI bo berdana sivîlekî 42 salî jî çete 30 hezar dolar ji malbata wî dixwazin.

Bi nêzîkbûna salvegera 3. a dagirkirina Efrînê, dewlata Tirk û çeteyên wê asta hovîtiya xwe li dijî Efrîniyan zêde dikin.

Tora çalakvanên Efrînê ragihand ku 15’ê Adarê, çeteyan ji bo standina pereyan 10 sivîl ji gundê Cûqê yê Efrînê revandin.

ji wan şêniyên bi navê:

Mistefa Kemal Seîd

Kemal Wehab Seîd

Mihemed Qasim

Besêl Hesen Musa

Ismaîl Elîwî û

Ciwan Osama Qereh in.

Li gorî malperê, çeteyan kesên girtî ber bi cihekî ne diyar ve birin, ji bo berdan wan jî fidye ji malbatên wan xwestin.

Çeteyan ji navçeya Bilbilê sivîlekî 42 salî revand

Beriya hefteyekê jî, çeteyan şêniyê bi navê Mistefa Mihemed Miho yê 42 salî yê ji gundê Bêkê yê navçeya Biliblê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî diyar kir ku sedema girtina Mistefa heya niha nehatiye zanîn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûriyê jî destnîşan kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê navên 7 hezar û 433 sivîl yên ku çeteyan revandine belgekirine, ji wan 1098 hatin êşkencekirin.

Dagirkeran ji bo berdana sivîlekî daxwaza 30 hezar dolar kir

Malpera Afrinpost ragihand ku çeteyan ji bo berdan sivîlê bi navê Nurdîn Izet Hacî, daxwaza 30 hezar dolar ji malbata wî kirin.

17’ê Çileya îsal, çeteyan Nurdîn yê ji gundê Hisê yê Mabata û kurê birayê wî yê 17 salî revandibû.

Li gorê Malperê, çeteyên Tirkiyê mal û dikana wî jî desteser kirin.

Back to top button