Zeyneb Celaliyan: Eger min nebin girtîgeha xoy ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ragihand ku eger ji girtîgeha Qerçek nebin girtîgeha Xoy ku berê lê dima wê dest bi greva birçîbûnê bike.

Li gorî raporekî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, Zeyneb Celaliyan wiha gotiye,

“Eger di rojên bên de wê venegerînin girtîgeha Xoyê ewê dest bi greva birçîbûnê bike.”

Zeyneb Celaliyan beriya 2 hefteyan ji girtîgeh Xoyê birîbûn girtîgeha Qer-çek û li wir bi vîrûsê ketibû.

Piştî ku bi vîrûsê ket, ji ber zextan rakirin nexweşxaneya ji derveyî girtîgehê, tevî ku diviyabû di bin çavdêriyê de be, careke din vegerandin girîgehê.

 

Back to top button