Roj bi roj jiyan di kampan de zehmettir dibe: Av jî nayê dabînkirin

10 sal li ser fermana sala 2014’an a bi serê civaka Êzidî hatî derbas dibin.
Mîna sala yekem li kampên Başûrê Kurdistanê şert û mercên jiyanê zehmet in.
Bi sedan malbatên Şengalî li Kampa Qadiya bi cih bûbûn.
Ev deh rojin xelkê vê kampê bê ave û jiyana wan zehmet bûye.

Xelkê Êzidî di sala 2014’an de ji ber fermanê li tevahiya Bakur, Başûr û Rojava’yê Kurdistanê belav bû.

Piraniya wan jî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûn û li kampan belav bûn.

Yek ji wan kampên ku piraniya xelkê Şengalê lê bi cih bûn kampa Qadiya 1-2 ya bi ser Zaxo ya parêzgeha Duhokê ye.

Bi sedan malbatên Şengalî li kampa Qadiya bê av in

Bi sedan malbatên Şengalî li Kampa Qadiya bi cih bûbûn.

Ji sala 2014’an heya roja me ya îro bi dehan caran agir bi vê kampê ketiye û carekê jî ji aliyê belafiran ve hate bombebarankirin.

Ev deh rojin xelkê vê kampê bê ave û jiyana wan zehmet bûye.

Piştî wezareta koç û koçberan a Iraqê biryar da ku wê di 30’ê Hezîranê de derê tevahî kampan bigire û hemû koçberan vegerîne ser cih û warê wan,

êdî hikûmeta Başûr jî hemû pêdiviyên jiyanê ji ser gel qut kir û nahêle di wan kampan de av jî were firotin.

Di 30’ê Hezîranê de hemû kampên koçberan yên Iraqê wê werin girtin

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Faqîq Cabiro jî di derbarê hejmara herî dawî ya koçberên li kampên li Başûrê Kurdistanê û her wiha girtina kampên li sînorê Silêmaniyê de ji medya Iraqê re axivî.

Îvan Fayîq Cabiro ragihand ku hejmara malbatên koçber ên li kampan de mayîn nêzîkî 28 hezar malbatin ku hemû li kampên li Başûrê Kurdistanê ne.

Her wiha Îvan Fayîq destnîşan kir ku bi rêya rêgirîkirina derbazbûna karmendên wezaretê li nav kampan de, astengî li pêşiya vegera malbatên penaber ên li kampên Duhok û Hewlêrê tê çêkirin.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayîq Cabiro da zanîn ku heta 30’ê Hezîrana îsal hemû kampên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê dê werin girtin ku hejmara wan digihe 3 hezar malbatan.

Back to top button