Îsraîl li ser sînorê Sûriye-Lubnan êrişek pêk anî: 2 kes mirin

Balafira şer a artêşa Îsraîlê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê erebeyek bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Çapemeniya Rûsyayê ragihand ku balafira şer a Îsraîlê li herêma Mesnei ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê erebeyek bombebaran kir.

Hate ragihand ku êriş îro piştî nîvro pêk hat, di encamê de 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Kanalek Îsraîlê, jî di saetên piştî nîvro de ragihandinbû ku balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Seyda ya Lubnanê (40 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê) erebeya fermandarekî hêzên hewayî yên Hizbullahê Hisên Mehdî bombebaran kiriye.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di êrişê de Hisên Mehdî hat kuştin.

Lubnan: Îsraîl êrîş bir ser bajarê Baalbekê

Back to top button