6 Siyasetmedarên jin ji doza Kobanê hatin cezakirin

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê duh hat lidarxistin û tê de bi salên dirêj ceza li 6 siyasetmedarên jin hatin birîn.
Derbarê 7 siysetmedarên jin briyara beraetê hat dayin.
5 siyasetmedar duh ji girtîgehê hatin berdan.
Jinên hatin berdan gotin, têkoşîna me ya azadiyê bidawî nabe, emê heta dawiyê li berxwebidin.

Duh danişîna biryarê ya Doza Kobanê li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.

Di danişînê de, 18 jê girtî bi giştî 108 kes hatin darizandin.

Cezayê ku dadgehê daye siysetmedarên jin wiha ye:

  • Fîgen Yuksekdag bi îdiaya “tehrîkkirinê” û “propagandaya rêxistinê” zêdetirî 30 salî cezayê girtîgehê lê hat birîn.
  • Li Zeynep Karaman bîdiaya “xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê” 18 sal û bi hinceta “tehrîkkirina sûc” jî 4 sal û 6 meh ceza lê hat birîn.
  • Li Aynur Aşan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
  • Dîlek Yagli bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye”16 ceza lê hate birîn.Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.
  • Emîne Ayna bi îdiaya “Endamtiya rêxistin” 10 sal ceza lê hate birîn.
  • Pervîn Oduncu 18 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Der barê Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata, Ayşe Yagci û Meryem Adibelliyê jî biryara beraetê hat dayîn.

Fîgen Yuksekdag: Bila kes xemgîn nebe, em ê bi ser bikevin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku di Doza Kobanê de 32 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, têkildarî biryarê daxuyaniya da û got:

Em li dijî operasyonên tasfiyekirinê yên siyaseta demokratîk li ber xwe bidin û her gaveke li dijî jiyana hevpar û pêşeroja gelên me pûç bikin.

Em bi hêz, bawerî û zanîna mafdarbûna xwe bi bawer in.

Bila kes xemgîn nebe, dilê kesê neêşe. Heta îro nekarîn têk bibin, wê nikaribin jî. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.

Hevşaredara berê ya şaredariya bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak ya li girtîgeha Kocaeliyê girtibû duh ji girtîgehê derket.

Gultan Kişanak: Hewcedariya me ne bi berdanê bi azadî û aştiyê heye

Gultan li ber girtîgehê got,

Hewcedariya me di esasê de ne bi berdanê bi azadî û aştiyê heye.

Em ê têkoşînê bi hev re bimeşînin û biserkevin.

Ayla Akat: Ji ber ku em perçeyek vê têkoşînê ne em şanaz in

Endama TJA’yê Ayla Akat Ata ya ji Girtîgeha Girtî ya Sîncanê hat berdan ev nirxandin kir:

Girtîgeh cihên girîng ên têkoşîna bi salan in.

Ez bawer dikim ku di pêvajoya li pêşiya me de dê pêvajoyeke ku îradeya gel were pejirandin bi xwe re bîne.

Sebahat Tuncel: Piştevaniya bi gelê Kurd re hate cezakirin

Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî got,

Cezakirina dozeke piştevaniyê ne ji hêla exlaqî ve ne jî ji hêla wijdanî û hiqûqî ve nayê qebûlkirin.

Di esasê xwe de piştevaniya bi gelê kurd re hate cezakirin.

Bi vê yekê peyamê didin me.

Divê em berxwedan û têkoşîne xurtir bikin.

Back to top button