Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên avakirina lîjneyên hilbijartinan li bajar û bajarokên 7 kantonan bi dawî bûn.
Li herêmê 125 lîjne hatine avakirin.
Meclisên gelan ên demokratîk ên 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 25`ê Nîsanê dest bi avakirina lîjneyên hilbijartinan kirin.
Komîseriya Bilind a HIlbiajrtinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12`ê Gulanê deriyê namzetbûnê vekir.
Di vê çarçoveyê de, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a kantona Efrîn û Şehbayê, 5 lîjne li Şêrawa, Til Rifet, Ehrezê, Ehdas û Fafînê ava kirin.
Komîsyonê ragihandibû ku heta 18’ê Gulanê wê ji bo tomarkirina navan deriyê navendên lijneyan vekirî werin hiştin.
Her wiha Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Efrîn/Şehbayê 7’ê Gulanê Lîjneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a kantonê ava kir ku ji 8 endaman pêk tê.
Beriya wî jî, lîjneyên komîseriya bilind ên hilbijartinan ên kantonên Firat, Minbic, Dêrazor, Tebqa û Reqayê lîjneyên bajar û bajarokan ava kirin.
Bi wê re, xebatên avakirina komîteyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bûn.
Di çarçoveya vê xebatê de 125 lîjne li bajar û bajarokên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin.
Komîteyên hilbijartinan niha amadekariyan dikin ku kertên hilbijartinê li hilbijêran bi rêya komîn û meclisan belav bikin.
Hemwextî wê partî, kesayetên serbixwe dest bi serdana navendên hilbijartinan kirin û daxwaznameyên namzetbûnê pêşkêş dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 11’ê Gulanê Komseriya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku dema hilbijartinê ji 30’ê Gulanê bo 11’ê Hezîranê paşde xistiye.