Bertekên li dijî biryara doza Kobanê zêd dibin

Der barê cezayên di doza Kobanê de li siyasetmedaran hatiye birîn li ser platforma X gelek peyamên şermezarkirinê hatin weşandin û hat gotin, Em têk naçin bê guman yên biryar dane wê di rûpelên dîrokê de bi şerm bên bibîranîn.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî biryar weke “pêkanîna hiqûqa dijmantiyê” nirxand û got, ev biryareke tolhildêr e.

Bertekên li dijî biryara doza Kobanê zêde dibin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) got, cezayên hatine dayîn nikarin ji lêgerîna aştî û azadiyê şûnde gavê bide avêtin.

Em têk naçin bê guman yên biryar dane wê di rûpelên dîrokê de bi şerm bên bibîranîn.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê jî diyar kir ku ew biryarên dijhiqûqî yên di doza Kumpasê de hatiye dayîn nas nakin û dê têkoşîna xwe li her derê bidomînin.

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku parastina berxwedana Kobanê rumeta mirovahiyê ye.

Parlamentera DEM partiyê Meral Daniş Beştaş, jî anî ziman ku zordarî hat hilbijartin, hiqûq kirin qurbanê tolgirtinê.

Em dest ji têkoşîna xwe bernadin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha got,

Kobanê neket, DAIŞ têk çû; hûnê bikevin, hûnê têk biçin!Em ê biserkevin, wê gel biserkevin

“Biryara doza Kobanê li dijî azadiya gelan êrîşek e”

Piştî biryarê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re hat avakirin.

Înîsiyatîfê bi daxuyniyekê ev biryar red kir û got,

Biryara doza Kobanê li dijî azadiya gelan, demokrasî, edaletê û wekheviyê, êrîşek e.

Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê bêedaletiyê, helwest nîşan bidin.

Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî biryar weke “pêkanîna hiqûqa dijmantiyê” nirxand û got:

Ev yek hem li dijî hiqûqa navxweyî û hem jî li dijî hiqûqa navîn e.

Ev biryareke tolhildêr e.

Vê yekê dewlet bi xwe jî dizane.

Em weke parazvanên mafên mirovan li bendê ne ku hêzên navnetewî bang li Tirkiyê bikin ku li gorî peymanên navnetewî tevbigerin.

Îlham Ehmed: Têkoşîna azadiyê wê neyê astengkirin

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li ser hesabê xwe yê (X) bertek nîşanî biryara derbarê siyasetmedaran de da û got:

Dadgeha Tirk bi fermana desthilatdariya xwe biryareke siyasî da.

Di serî de hevserokên berê yên HDP’ê cezayê giran li siyasetvanên Kurd û Tirk hate birîn. Em biryarê bi tûndî şermezar dikin û dibêjin,Têkoşîna azadiyê wê neyê astengkirin.

Bertekên Navneteweyî li dijî biryara doza Kobanê

Back to top button