Bertekên Navneteweyî li dijî biryara doza Kobanê

Partiyên siyasî û siyasetmedaran bertek nîşanî cezayên bi sedan salan yên daraza Tirk yên di Doza Kobanê de dan û xwestin girtî bên berdan; banga çalakiya lezgîn û hevgirtinê kir.

Duh 16’ê Gulanê danişîna biryarê ya doza Kobanê li dadgeha sîncanê li dar ket.

Dadgeha dewleta tirk di nav de hevseroên berê yên HDP’ê ceza zîndana bi dehan salan li siyasetmedarên kurd birîn.

Li Ewropayê Partiyên siyasî, siyasetmedar û nivîskarên welatên cuda bertek nîşanî biryarên derbarê Doza Kobanê de dan û xwestin girtî bên berdan û banga çalakiya lezgîn û hevgirtinê kirin.

Esquerra International li ser platforma X’ê nerazîbûna xwe wiha parve kir:

Li Tirkiyê di navbera 9-42 salan de ceza li 24 nûnerên DEM Partiyê birîn.

Em van darizandinên siyasî şermezar dikin û daxwaza beraetkirina hemû girtiyan dikin. #Doza Kobanî

Partî û Siyasetmedarên Ewropayê: Biryara dadgehê ya doza Kobanê siyasî ye

Nivîskarê Spanî jî wiha got:

Doza zêdetirî sê salan berdewam kir de ji sûcên ku berê bereat kiribûn hatin cezakirin: Ji ber ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina bêdengiya hikûmeta Tirk a li hemberî cîhadîstên ku 2014’an de bajarê Kurdên Sûriyeyê #Kobanê dorpêç kiribûn, ceza li wan birîn.

Partiya Çep a Ewropayê  jî got:

Ji siyasetmedarên muxalîf Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re 42 û 30 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2020’an de daxwaza berdana lezgîn a Demîrtaş kiribû.

Divê hemû girtiyên siyasî yên li #Tirkiyê bên berdan!

Alîkarê Serokê Çep ê Ewropayê Nikolaj Viliumsen got:

Divê YE’yê vê êrîşa li dijî muxalefeta demokratîk a Tirkiyê bi eşkere şermezar bike û zextê li Erdogan bike ku erkên xwe yên li hember Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Konseya Ewropayê bi cih bîne! Çalakiya lezgîn û hevgirtinê hewce ye!

Siyasetmedarê Swêdî Jonas Sjosted wiha got:

Hevalê min û hempîşeyê min ê berê Selahattîn Demîrtaş zêdetirî 40 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Ev ceza siyasî ye û bi armanca bêdengkirina çepgir û tevgera Kurdên li Tirkiyeyê ye.

Ez ê ji bo serbestberdana Selahattîn têbikoşim û em ê di rojên azad de hev bibînin.

Back to top button