Rêveberiya Xweser ji raya giştî daxwaza destwerdanê li biryara doza Kobanê kir

Li herêmê biryara Doza Kobanê ya derbarê siyasetmedarên Kurd de rastî bertekan hat.
Rêveberiya Xweser û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda gotin: “Erdogan bi rêya vê biryarê dixwaze binkeftinên xwe yên hundirîn binuximîne.”

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê biryara doza Kobanê ya derheqê siyasetmedarên Kurd şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku biryara dadgehê siyasî ye û wiha got:

“Erdogan dixwaze binkeftinên xwe yên hundirîn binuximîne.

Dixwaze raya giştî ya Tirkiyê li gorî xwe birêve bibe.

Ji ber vê yekê darazê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Rêveberiyê dazanîn AKP’ê dixwaze bi rêya terorkirina doza siyasetmedarên kurd hincetan peyda bike û êrişî bakurê Sûriyê û Iraqê bike.

Rêveberiyê bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kir ku vê biryarê şermezar bikin, destwerdanê bikin û got:

“Doza Kurdî li Tirkiyê dozeke rewa ye û divê li gorî destûrê were çareserkirin.”

Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya girtiyên ‘Doza Kobanê’ kir

Her wiha Yekîtiya Parêzaran a kantona Cizîrê û Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi daxuyaniyên cuda biryara dadgehê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dadgehên ku biryarên wiha didin, sexte û di bin bandora siyasetê de ne.

Ev biryar kîndariya AKP`ê ya li hember gelê Kurd nîşan dide.”

Hate diyarkirin ku civata navneteweyî, desteyên NY’yê û rêxistinên hiqûqî berpirsên binxistina demorasiyê li Tirkiyeyê ne û wiha hat gotin:

“Bi saya berxwedana ji Kobanê dest pê kiriye, tevahî herêm hat rizgarkirin û cîhan ji xeteriya DAIŞ’ê xilas bû.”

Dawiyê bang li her kesî hate kirin ku dest bi têkoşîneke berfirehtir li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker bikin.

KJK: AKP ji bo ku sûcên xwe binuxumînin ev doz destpêkirin

Back to top button