Ukrayna Rûsyayê bi kuştina sivîlan li Xarkîvê tawanbar dike.
Her wiha leşkerên Ukrayna pêşveçûna çalak a artêşa Rûsyayê li ser xaka herêma Xarkivê rawestand.
Li gorî serokê OVA ya Xarkîvê Oleg Sînegubov, hêzên Rûsî hewl dide ku bi pêşveçûna ber bi Liptsiy ve bigihîje serkeftinê.
Li aliyê din hevalbendên NATO’yê îxtîmala şandina leşkeran bo axa Ukraynayê ji bo perwerdekirina hêzên Ukraynayê dinirxînin.
Ukrayna roja Pêncşemê Rûsya bi kuştin û binçavkirina sivîlan li bajarê Vovchansk ê Xarkîvê tawanbar kir.
Wezîrê Karên Hundir Îgor Klîmenko got:
“Leşkerên Rûsyayê sivîlan dîl digirin.”
Wan dest bi revandina mirovan kirin û bi zorê derbasî jêrzemînan kirin.”
Niştecihê Vovchanskê ku guh neda fermanên dagirkeran û xwest bireve, ji aliyê rûsan ve hat kuştin.”
Polîsên herêmê yên li Xarkîvê derbarê mijarê de lêpirsîna sûcê şer da destpêkirin.
Ukrayna berê jî Rûsyayê bi darvekirina sivîlan li herêmên dagirkirî tawanbar kiribû.
Sinegubov: Hêzên Ukraynayê pêşdeçûna Rûsyayê li Xarkîvê rawestand
Her wiha leşkerên Ukrayna pêşveçûna çalak a artêşa Rûsyayê li ser xaka herêma Xarkivê rawestand.
Hêzên Ukraynayê di hin waran de vegeriyane pozîsyonek bi avantajtir, lê hîn nekariye xeta pêşiyê aram bike.
Li gorî serokê OVA ya Xarkîvê Oleg Sînegubov, hêzên Rûsî hewl dide ku bi pêşveçûna ber bi Liptsiy ve bigihîje serkeftinê û hêviya xwe ji girtina Volchanskê qut nake.
Sînegubov got:
“Her çendî nikare were gotin ku leşkerên me hê li eniya şer aram kirine, lê wan pêşdeçûna çalak a dijmin li ser xaka herêma Xarkovê rawestand.
Ji hin aliyan ve leşkerên me karîbûn vegerin cîhek bi guncav.”
NATO li ser perwerdekirina hêzên Ukraynayê nîqaş dike
Li aliyê din hevalbendên NATO’yê îxtîmala şandina leşkeran bo axa Ukraynayê ji bo perwerdekirina hêzên Ukraynayê dinirxînin.
NATO’yê beriya niha hebûna leşkerên NATO’yê li Ûkraynayê weke “xeta sor” bi nav kiribû.
Di dema ku hêza mirovî ya artêşa Ukraynayê daketiye xalên krîtîk, hewlên Rûsyayê yên li meydanê di hefteyên dawî de Kîev xistiye rewşeke hîn dijwartir.
Li gorî rojnameya New York Times, li hember van geşedanan, Ukraynayê ji Amerîka û hevalbendên wê yên NATOyê daxwaz kiriye ku 150 hezar leşkerên nû bileztir bişînin û li nêzîkî eniyê perwerdeyê bidin.
Ger NATO perwerdekarên leşkerî bişîne Ukraynayê, dibe ku hevalbendên NATOyê bibin nav şer.
Ger perwerdekarekî hevalbendê NATOyê zirarê bibîne, dibe ku hemî welat bersivê bidin.



