Hejmara Filistîniyên ji Refahê koçkirin gihişt 630 hezarî

Di 223 rojên şerê li Xezayê de Îsraîlê bi israr dixwaze heremê ji sivîlan paqij bike.
Heman awayî li Refahê jî ku hîna operasyona bejahî dest pê nekiriye Filistîniyên li Refahê koç kirine gihişt 630 hezarî.
Her wiha rojnameya Hayom li ser plana Wezîrê Parastinê Gallant a ji bo herêmê nivîsî.
Hat diyarkirin ku plana Gallant armanc dike ku kesên herêmî yên girêdayî rêveberiya Filistînê yên li Xezayê di bin çavdêriya navneteweyî de bi çek bike.

Operasyon û bombebaranên artêşa Îsraîlê ya li ser Refahê krîza mirovî bi xwe re tîne.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) li ser platforma medyaya civakî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara Filistîniyên ku li Refaha ku êrîşên artêşa Îsraîlê didomin ji 630 hezarî derbas bû.

Hat destnîşankirin ku Filistîniyên ku ji Refahê bi darê zorê koç kirin çûn Deyr el Belaha ku li navenda Xezayê ye.

Heniye: Îsraîl danûstandinan ber bi qedereke nediyar kişand

Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Henîyye ragihandibû ku israra Îsraîlê ya dagîrkirina deriyê sînorî yê Refehê û berfirehkirina êrîşên xwe li ser wî bajarî, hemû danûstandin ber bi “qedereke nediyar” ve kişandine.

Îsmaîl Haniye diyar kir ku Hamas di mijara operasyona Refehe ya İsraile de bi Misre re di nav pewendiye de.

Heniye di axaftina xwe ya bi boneya 76’emîn salvegera Nekbeyê de diyar kir ku Hemasê dê piştî şer bi “civaka neteweyî” re li ser rêveberiya Xezayê biryarê bidin.

Heniye teqez kir ku her hewldan û peymanek ji bo agirbest û azadkirina girtiyan divê garantiya “agirbesteke mayînde û vekişîna berfireh ji tevahiya Şerîda Xezayê” bike.

Îsmaîl Heniye helwêsta Îsraîlê ya derbarê pêşniyarên agirbestê de wek “teqezkirina niyeta wan a bi qestî ya berdewamkirina şerê li ser Xezayê” bi nav kir.

Rojnameya Îsraîlî li ser ‘Plana Xezayê’ ya Gallant nivisî

Her wiha rojnameya Hayom li ser plana Wezîrê Parastinê Gallant a ji bo herêmê nivîsî.

Hat diyarkirin ku plana Gallant armanc dike ku kesên herêmî yên girêdayî rêveberiya Filistînê yên li Xezayê di bin çavdêriya navneteweyî de bi çek bike.

Hat destnîşankirin ku armanc ew e ku ji bo “nekevin destê Hamasê” van çekan bi rêya elektronîk ji aliyê Îsraîlê ve were şopandin.

Netanyahu bertek nîşanî daxuyaniya Gallant a li ser medyaya civakî da û diyar kir ku piştî êrîşan ew ê rêveberiya Xezayê ji rêveberiya Filistînê re nehêlin.

Meclisa Nûneran a Amerîkayê piştgiriya çekan bo Îsraîlê pejirand

Li aliyê din li gor nûçeya CNN’ê, Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeqanûnek ku şandina çekan ji bo Îsraîlê mecbûrî dike qebûl kir.

Komarparêz hewl didin zextê li ser Joe Biden zêde bikin, yê ku biryar daye şandina cebilxaneyan ji bo Îsraîl rawestîne.

Li gor nûçeya CNN’ê, îxtîmal e ku Senatoya di bin kontrola Demokratan de pêşnûmeya qanûnê red neke û Qesra Spî jî gotiye ku Biden dê yasaya ku ji aliyê Kongreyê ve hatiye pejirandin qebul bike.

Back to top button