Gultan Kişanak a piştî zêdeyî 7 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak ya doh ji Doza Kûmpasê ya Kobanê hat berdan, îro çûyî Amedê bi coş hat pêşwazîkirin.
Di pêşwazîkirinê de Gultan Kişanak diyarkir ku heta tevahiya hevalên wan azad nebin ew jî azad nînin.
Li aliyê din biryara cezayan a li dijî siyasetmedaran li gelek bajaran hat şermezarkirin û hat gotin, em ê biryaran nas nekin.
Her wiha DEM Partî amadekariya wê yekê dike ku li 3 bajaran bi çalakiyên girseyî biryara têkildaîr Doza Kobanê şermezar bike.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak a ji Doza Kûmpasê ya Kobanê hatibû dîlgirtin, piştî 7 salan hat berdan.

Gultan Kişanak ku duh ji girtîgehek li Kocaeliyê derket, îro li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Gultan Kişanak: Heta tevahiya hevalên me azad nebin em jî azad nînin

Gultan li wir axaftineke kin kir û diyarkir ku heta tevahiya hevalên wan azad nebin ew jî azad nînin.

Piştî axaftinê kesên pê re derbasî Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bûn.

Biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin

Li aliyê din di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li kêlekaka serbesberdana çend kesan, qasî bi sedan salan cezayê girtîgehê li gelek siyasetmedaran hate birîn.

Ev biryar li gelek bajarên bakurê Kurdistanê Tirkiyê bi çalakiyan hate şermezar kirin.

“Biryara cezayan, nîşaneya polîtîkaya dijminanê ya li dijî gelê Kurd e”

Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk DBP û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê yên Amedê daxuyanî dan.

Hat destnîşankirin ku biryara cezayan, nîşaneya polîtîkaya dijminanê ya li dijî gelê Kurd a desthilatê ye û hat gotin:

Di biryarê de bi navê hiqûq û edaletê tiştek tune ye.

Gelê kurd dê yekitiya xwe ava bike û li dijî dijminatiya li dijî kurdan serî rake.

“Bi Doza Kobanê re derbe li daxwaza aştiye ya gelên Tirkiyê jî hat xistin”

Li bajarên Şirnex, Riha Sêrt, Êlih û Colemergê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayin û hat destnîşan kirin ku ew biryarên di dozê de hatine dayîn nas nakin.

Her wiha hat gotin “Ev doz ne tenê li dijî gelê kurd, her wiha derb li daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyê jî hatiye xistin.”

DEM Partî: Biryarên Doza Kobanê wê li 3 bajaran bêne şermezarkirin

Hemwextî vê, têkildarî rojevên Desteya Rêveberiya Navendî a DEM Partiyê ku doh piştî biryarên Doza Kobanê bi awayekî awarte civiya bû, berdevka partiyê Ayşegul Dogan daxuyanî da.

Ayşegul Dogan da zanîn ku bêtirî 400 sal ceza li siyasetmedaran hatiye birîn û diyar kir ku li dijî vê ew ê jî gavên pêwîst bavêjin.

Ayşegul ragihand ku ew ê li Amed, Edene û Stenbolê bi awayekî girseyî li dijî biryarên Doza Kobanê dakevin qadan û bang li muxalefetê kir ku bi yek dengî beşdar bibin.

Back to top button