Li 3 bajaran xizmên girtiyan bi daxwaza ‘Tecrîdê dawî bikin’ li qadan bûn

Îro jî li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xizmên girtiyan ji bo rakirina tecrîdê li kolanan bûn.
Çalakvanên ku xwestin ber bi avahiyê navçeyê yê AKP’ê ve bimeşin, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.
Di daxuyaniyên hatin dayin de hat diyar kirin li Kurdistanê tecrîdekî giran heye û ji bo aştiyê dive were rakirin.
Her wiha çalakgeran cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedarên kurd hatine birîn jî şermezar kirin.

Çalakiya xizmên girtiyan a bi daxwaza tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo were rakirin, pirsgirêka kurd were çareserkirin, didome.

Li Wanê xizmên girtiyan ji bo çalakiya “Deng bide azadiyê” li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê hatin cem hev.

Çalakvanên xwestin ber bi avahiyê navçeyê yê AKP’ê ve bimeşin, ji hêla polîsan ve bi hinceta biryara Walîtiya Wanê ya “qedexeya çalakiyan a 4 rojan” hatin astengkirin.

Di daxuyaniya ku li wir hat dayin de hat gotin:

“Li Kurdistanê tecrîdekî giran heye.

Em bang li AKP’ê dikin: Vê tecrîdê rakin û bila birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdînê pêk bîne.”

Her wiha di çalakiyê de cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedarên kurd hatine birîn jî hatin şermezar kirin û biryara desthilatê wek hevkariya desthilatê ya bi DAIŞ’ê re hat şîrovekirin.

Bi heman armancê xizmên girtiyan ên li Edeneyê jî bi beşdariya nûnerên partî, sazî û rêxistinên Demokratîk li hev kombûn.

Çalakvanên ku dixwestin li pêşiya avahiyê AKP’ê çalakiya xwe li dar bixin, ji hêla polîsan ve hate astenkirin.

Li wir Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û bertek nîşanî tecrîdê da û got:

“Dema tecrîda ser Rêber Apo hate rakirin wê pirsgirêk çareser bibin.”

Li Mersînê jî çalakiya xizmên girtiyan, bi hinceta qedexeya çalakiyan a 4 rojan a Walîtiyê hate astengkirin.

Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca bertek nîşanî astengkirina polîsan da û anî ziman ku biryara qedexeyê bi talîmatekî siyasî hatiye girtin.

Perîhan Koca bang li polîsan kir ku ne bi talîmatan, bi qanûnan tevbigerin û got:

“Em ê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de li qad û kolanan bin.”

Çalakiya ‘Deng Bide Azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin

Back to top button