![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/PARTI-HILBIJARTIN-HEREM.jpg)
Ji bo Hilbijartina Şaredariyan a li herêmê, Yekitiya Karkerên Kurdistanê jî tevî bloka Partiya Kesk a Demokratîk bû.
Yekitiya Karkerên Kurdistanê ragihand ku wê li gel bloka Partiya Kesk a Demokratîk, Tevgera Nûkirinê ya Kurdistanê, Partiya Biratî ya Kurdistanê û Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, tev li hilbijartinên şaredariyan bibe.
Partiya Kesk a Demokratîk û Yekitiya Karkerên Kurdistanê îro li Qamişloyê civiyan û piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yekitiya Karkerên Kurdistanê jî di nava blokê de wê bikeve hilbijartinan.
Partî, blokên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên xwe temam dikin, ji bo ku tev li hilbijartinên şaredariyan bibin.
20 Partî ji bo Hilbijartina Şaredariyan li hev civiyan
Partiyan di civîna xwe de komîteyek ava kirin.
Ev komîte wê xebatên hilbijartinê bişopînin.
Hilbijartina Şaredariyan wê 11’ê Hezîranê pêk bê.