Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê di şexsê Heqî Karer de şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û got:
Şehîd jîn û jiyan in, ew nirxên me yên herî giran bûhan e.
Meclisa Kongra Star di şexsê Heqî Karer de şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.
Naveroka Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:
”PKK’ê Partiya Şehîdan e. Ji bo wê em dibêjin xwediyên partiyê yên rast şehîd û Rêbertiye, em jî her tim di meha Gulanê de xwe berçav re derbas dikin û wekî roja partîbûn û bilindkirina têkoşînê digrin dest.
Wekî tê zanîn meşa me ya di xeta Rêber Apo û şehîdan de hertim em xurt kirin.
Li ser bîranîn û mîrasa wan, îro bi milyonan keç û xortên vî welatî yên herî hêja li serê çiyan, li zîndan û bajaran li berxwe didin.
Meclisê da zanîn ku meha Gulanê ji bo wan meha berxwedan, fedaî û partîbûnê ye û wiha dewam kir:
”Di pêşengtiya şehîdan de, her meh, roj û saetê em dîroka lehengiyê dinivîsin.
Meha Gulanê bi şahdeta hevrê Haqî Karer re mîladekî nû ji bo me da destpêkirin.
Hevrê Heqî û Kemal Pîr bûn pêşeng û felsefeya têkoşîna hevgirtina gelan û xurtkirina eniya li dijî faşîzmê û ev 50 sal e partiya me PKK û PAJK di vê xetê de dimeşin.”
Meclisê balkişand ser komkujiya ku dewleta tirk di 16’ê Gulana sala 1997’an de bi hevkariya PDK’ê li Hewlêrê pêkanî û got:
Di kesayeta van lehengên de îro felsefeya netewa demokratîk gav bigav jiyanî dibe.
Di kesayetiya wan de netewa demokratîk gihiştiye van rojan û felsefeya `Jin, jiyan azadî` li her çar aliyê cîhanê belav bû.
Ev heval û hevrêyên pêşengên jiyana azad, wekhev û demokratîk in. ”
Meclisa Kongra Star destnîşan kir ku dê heta dawiyê ewê ked bidin û xewen û xeyalên wan bi serkeftinê ve tacîdar bikin.