KJK: AKP ji bo ku sûcên xwe binuxumînin ev doz destpêkirin

Koordînasyona KJK’ê jî bi heman armancê daxwiyaniyek da.
KJK’ê bang li tevgerên jinan û gelan kir ku xwedî li doza Kobanê derkevin û got: “Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê encamên g ran ên vê dozê tine bihesibîne.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî biryarên Doza Kobanê daxuyaniyek weşand.

Koordînasyonê destpêkê diyar kir ku dijmin ji bo tola têkçûna xwe hilînin Doza Kobanê yên ne kêmî dadgehên Serxwebûnê dan destpêkirin û got:

“Ev doz ji aliyê AKP ve ji bo nixumandina sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd,hate destpêkirin.

Bi vê armancê di Doza Kobanê de konsepta krîmînalîze û tasfiyekirina siyaseta demokratîk xistin meriyetê.

Xwestin mafê siyasetê yê Kurdan û jinan tine bikin û mirovahiya mezin a ku xwedî li berxwedana Kobanê derket ceza bikin.”

KJK: Armanc qirkirineke nû ye

KJK’ê da zanîn ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bo rejîma xwe ya qirkirinê rizgar bike stratejiya xwe ya Neo Osmanî xiste dewrê û got:

“Armanca têkiliya AKP-DAÎŞ’ê avakirina rejîmeke qirker a herêmî ya nû ya li dijî gelê Kurd e.

Bi vî rengî bi hevkariya AKP-DAÎŞ’ê dixwaze Rojhilata Navîn ji aliyê hegemonîk ve jinûve mêtinger û kontrol bike.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo vê hilweşînê rawestîne li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd plana têkbirinê xiste dewrê.”

KJK: Gelê me wê encamên vê dozê tine bihesibînin

KJK’ê destnîşan kir ku em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê encamên giran ên vê dozê tine bihesibîne û wiha domand:

“Li ser vê bingehê em bang li raya giştî ya demokratîk dikin; Li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têkoşîn bikin .

Biryarên Doza Kobanê pûç bikin.

Di serî de Konseya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî yên hiqûq û mafên mirovan berpirsyariyên xwe bic ih bînin.

Li hemberî êrîşên tolhildana polîtîk û qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk divê hêzên demokrasiyê helwestê nîşan bidin.”

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê her kes têkoşînê esas bigre û berfireh bike

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku faşîzma AKP-MHP her tim bi rêbazên şerê taybet dixwaze Projeya Rêveberiya Xweser û vîna gelên herêmê bişkîne û got:

Ger îro dadgeha Tirkiyê bi dehan sal cezayê zindanê li pêşengên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê dibire, guman nîne ku ger hêz û îmkanên wan hebin dê hemû kesên ku di şerê Rizgarkirina Kobanî de li dijî DAÎŞ’ê şer kirine ceza bikin.

Biryarên di Doza Kobanê de hatin girtin rastiya AKP’ê derxist holê.

Cezakirina siyasetmedarên Kurd israra di siyaseta şer, înkarkirina hebûn û nasnameya gelê Kurde.

Kombûyê dawiyê da da zanîn ew biryarên ku ji aliyê dadgeha cezayê ve li dijî her jinek têkoşer û berxwedêr hatiye dayîn şermezar dikin û wiha bi dawî kir:

Em ê erka xwe li hember her kesê ku piştgiriya me kir û bû hêzek ji bo me û hemû cîhanê ku me ji terora cîhanî rizgar bikin, pêk bînin.

Divê her kes bi vê zanînê tevbigere, têkoşînê esas bigire û berfireh bike.”

KCK: Doza Kobanê dozeke siyasî ye

Back to top button