![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2022/08/Duran-Kalkan.jpg)
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku Şoreşa Rojava rûxmî êrîşa jî divê xwe baş rexistin bike û got: “Pêwîste bi hesibandina ku ev êrîş wê her tim hebin, sîstema xweparastinê were pêşxistin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan pêvajoyên şoreşa Rojava û geşedanên dawî nirxandin kir.
Dûran Kalkan balkişanda ser rewşa xweparastinê û got:
Divê xweparastin bibe navenda têkoşîna azadiyê û rêxistinbûna civaka demokratîk.
Li Kurdistanê civaka Kurd bi komkujiyeke eşrekere re rûbirû ye.
Dewlet û saziyên ku li Kurdistanê serdest in, dixwazin civaka Kurd tune bikin.
Divê civak hişmendiya rast ya têkildarî dewlet û dijminî bi dest bixe.
Divê civak bi xwe ewlehiya xwe pêk bîne û erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne.”
Dûran Kalkan: Şoreşa Rojava rûxmî êrîşa jî divê xwe baş rexistin bike
Dûran kalkan diyar kir ku Şoreşa Rojava rûxmî êrîşa jî divê xwe baş rexistin bike û got:
“Şoreşa Rojava li cîhana dewlet û desthilatdariyê de her tim dibe rastî êrîşan bê.
Heta ku sîstema desthilatarî û dewletê hebe, ne pêkan e ku pêşiya vê yekê bê girtin.
Pêwîste bi hesibandina ku ev êrîş wê her tim hebin, sîstema xweparastinê were pêşxistin.”
Dûran Kalkan: Li şûna gazind ji êrîşan bikin divê firsend û îmkanên heyî bi awayekî bi bandor binirxînin
Dûran kalkan da zanîn ku rewşa heyî ya li Rojava girêdayî şert û mercên îroyîn e û ji guhertinê re vekirî ye, tu kes nikare pêşî li vê bigire û wiha domand:
“Divê pêvajoyên guhertinê ya navborî di bingeha xweparastinê de bidomînin.
Di Rojavaya îroyîn de firsend û îmkanên vê pir in.
Ya girîng ew e ku li şûna gazind ji êrîşan bikin û hêviya ewlehiyê ji kesên din bikin, firsend û îmkanên heyî bi awayekî bi bandor binirxînin.”
Dûran Kalkan: Tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin Rojava biparêzin
Dûran Kalkan anî ziman ku tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin Rojavayê Kurdistanê an jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û got:
“Ji bo ku ev gel bikaribin erka parastinê bi awayekî serkeftî bi cih bîninn jî, divê li ser bingeha xweparastinê di aliyê îdeolojîk û leşkerî de werin perwerdekirin, birêxistinkirin û arastin.”