Tevgera Ciwanên Şoreşger: Têkiliya me bi bûyerên şewitandin û revandinê re nîn e

Demên dawiyê hinek buyerên şewitandina hinek cihan û revandina kesan qewimîn.
Li vir Tevgera Ciwanên Şoreşger Ên Suriyê hatin tewambarkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger Ên Suriyê derbarê vê yekê daxuyaniyek da û got: “Têkiliya me bi bûyerên şewitandin û revandinê re nîn e.”

Tevgerê diyar kir ku ji Efrînê heta Kobanê û Cizîrê ciwanan ji bo parastina gel û destkeftiyên şoreşê di xeta pêş de cih girtiye û got:

“Xeta teslimiyetê tu caran qebûl nekiriye. Ji ber vê sekna xwe bûye armanca dijminên şoreşê.

Di demên dawiyê de li herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyê hin bûyerên şewitandina hinek cihan qewimîne.

Hinek kes dixwazin bi vê yekê tevgera me şer nîşan bidin.

Em li vir dubare diyar dikin ku tu têkiliya kesên van karan dikin bi tevgera me re nîn e.”

Her wiha tevgerê da zanîn ku ji bo ku em bikaribin azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, em ê her têkoşîna xwe mezintir bikin.

“Em bang li hemû ciwanên Suriyeyê dikin ku li hemberî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin.

Back to top button