Lihevkirina ewlehiyê ya Bexda û Şamê: Nîşaneyeke sexte bi dehfa Îranê ye

Di 12’ê Gulana vê salê de Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê û hempîşeyê wî yê hikumeta Şamê li hev rûniştin .
Li vir lihevkirinek îmze kirin , ev lihevkirin jî bi asta herî bilind hate wesifandin .
Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Elî El Emîn El Siwêd derbarê mijarê axivî û got: “Lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Bexda û Şamê de, “nîşaneyeke sexte” ya têkoşîna li dijî narkotîkê û terorê ye.
Tehranê dehf daye her du aliyan ji bo ku vê gavê biavêjin, ji ber ku biryara herduyan jî di destê Îranê de ye.”

Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Ebdulemîr El Şemrî û hempîşeyê wî yê hikumeta Şamê Mihemed El Rehmûn 12’ê Gulanê lihevkirina ewlehiyê îmze kir.

Ew lihevkirin bi “asta herî bilind” hate wesifandin. Lihevkirin ji 5 beşan pêk tê , ji wan :

Xurtkirina hevkariyê di qada têkoşîna li dijî terorê de, sûcên ser sînor, qaçaxcîtiyê,

Bazirganiya mirovan, ewlehiya sîbranî, sûca birêxistinkirî, radestkirina sûcdaran û pereyên nerewa.

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Elî El Emîn El Siwêd têkildarî îmzekirina Şamê ji lihevkirineke ewlehiyê re li gel Bexdayê ji ajansa ANHA re axivî.

Elî El Emîn El Siwêd destnîşan kir ku Îranê dehf daye her duyan ku vê lihevkirinê îmze bikin û got:

Beriya îmzekirinê, li ser asta ewlehî û leşkerî gelek civîn di navbera Iraq û hikumeta Şamê de li dar ketin.

Herî dawîn di Nîsanê de li Şamê civîn hat lidarxistin.”

Li gorî El Siwêd, taktîkên Îranê û hikumeta Şamê bi ser ketin .

Elî El Emîn El Siwêd têkildarî lîmzekirina Şamê ji lihevkirineke ewlehiyê re li gel Bexdayê got:

“Nîşaneyeke sexte ye. Bi rêya wê dixwazin bêjin di aliyê têkoşîna li dijî narkotîkê û terorê de, ji aliyê hikumeta Şamê ve gav tê avêtin.”

Di gelek raporên çapemeniyê de tê destnîşankirin ku Sûriye bûye jêdera herî mezin a keptagonê, têkildarî wê Elî El Emîn El Siwêd got:

“Vexwendina El Esed ji bo ku tev li lûtkeya Erebî be, hebûna komîteya peywendiya erebî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bê wate dihêle.

Normalîzekirina erebî bi hikumeta Şamê re dê berdewam bike.”

Back to top button