Gultan Kişanak ji girtîgehê derket: Hewcedarî bi azadî û aştiyê heye

Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak a hatî berdan, li ber girtîgehê axivî û got: “Mijar ne tahliyebûne mijar afirandina hawireke ku pirsgirêkên welat tên çareserkirinê ye.
Em dixwazin li welatekî ku jin, gel, bawerî, nasname û ziman lê azad in, bijîn.”

Hevşaredara berê ya şaredariya bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak ya li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê girtibû tahliye bû.

Îro ji doza Kobanê der barê doza lê hatibû vekirin biryara beratê hatibû dayîn.

Kişanak ji aliyê gelek kesî ve li ber girtîgehê bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hat pêşwazîkirin.

Kişanakê li ber girtîgehê wiha got:

“Mixabin ji doza Kobanê ya kumpasê biryareke ku kumpasê didomîne derket.

Em ê têkoşînê bi hev re bimeşînin û biserkevin.

Mijar ne tahliyebûne mijar afirandina hawireke ku pirsgirêkên welat tên çareserkirinê ye.

Ez ji bo gelan hemû jin û zarokan pêşerojek azad dixwazim.”

Tevî Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelliyê yên di Doza Kobanê de girtîbûn, hatin berdan.

Ji DEM Partiyê li ber sîncanê daxuyanî: Em vê biryarê nas nakin

Back to top button