Ji DEM Partiyê li ber sîncanê daxuyanî: Em vê biryarê nas nakin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, têkildarî biryara der barê Doza Kobanê de got: “Em vê biryarê nas nakin. Kesên di doza kumpasê ya Kobanê de tên darizandin di dilê gelan de beraet kirine, azad in.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari têkildarî cezakirina siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin, daxuyanî dan.

Bakirhan ku di daxuyaniyê de axivî, wiha got:

“Careke din leke hata ser dîroka darazê ya Tirkiyê.

Em vê biryarê nas nakin.

Kesên di doza kumpasê ya Kobanê de tên darizandin di dilê gelan de beraet kirine, azad in.”

Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê bertek nîşanî biryara doza Kobanê da

Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê bi gotina “Li Tirkiyeyê çalakiyên li dijî DAIŞ’ê sûc tên dîtin” bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da.

Di parvekirina li ser hesabê fermî yê komê de wiha hat gotin,

“Doza Kobanê yek ji bûyerên herî mezin ên Tirkiyê ye.

Di sala 2014’an de DAIŞ’ê li Sûriyê êrîşî Kobanê kir.”

Etîketên “Kobanî rûmeta me ye” û “Hevgirtin (Solîdarîty)” jî hatin parvekirin.

Rûniştina biryara doza Kobanê hat lidarxistin

Back to top button