Lûtkeya Erebî ya bê li Bexdayê ye

Serokê Hikumeta Şamê Beşar El Esed û Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd li Menamê civiyan.
Di civînê de, Esed li ser wê yekê erê kir ku lidarxistina dewreya 34’an a Lûtkeya Erebî ya 2025’an li Iraqê, pêk bê.

Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd di axaftina xwe ya li Lûtkeya Komkara Dewletên Ereban a li Menamê de diyar kir ku hikumeta Şamê rola xwe ya der barê lidarxistina dewreya normal a 34ˊan a 2025ˊan de daye Iraqê.

Reşîd têkildarî vê yekê spasiya hikumeta Şamê kir.

Reşîd destnîşan kir ku Iraq piştgiriya yekitiya xaka Sûriyê dike û bang kir ewlehî û îstîqrar pêk bê û teror were tunekirin.

Der barê rewşa li Iraqê de got;

Ew binpêkirinên li dijî serwerî, ewlehiya xak û welatiyan di bin çi hincetî de red dike.

Her wiha bikaranîna xaka Iraqê ji bo tesfiyekirina hesaban jî red dike.

Back to top button