Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di panêlekî li Amerîkayê de balkişand ser rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd û got:b “Ti dewletek wê nikaribin bi rêya leşkerî pirsgirêka Kurd çareser bikin.
Pirskirêk tenê bi diyalogê dikare were çareserkirin.”
Serokomarê Iraqê Reşîd jî got: Tirkiye dixwaze destwerdanê di karûbarên Iraqê de bike.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ku hefteyeke li Amerîkayê ye, gelek hevdîtin û giftûgo li gel berpirsên Amerîkayê pêkanî.
Duh jî Bafil Talebanî li navendek siyasî û lêkolînan panelek da.
Di panelê de Talebanî derbarê şerê li dijî Kurdan û çareseriya pirsgirêka Kurd a li herêmê axivî û got:
“Pirsgirêka Kurd bi rêya leşkerî çareser nabe. Tirkiye hertim vê rêyê dubare dike. Hinek welat dibêjin tiştek bi navê pirsgirêka Kurd nîne. Lê ev nêrîn şaşe. Dixwazin pirsgirêka Kurdan bi şer çareser bikin. Nexêr ev pirsgirêk bi şer çareser nabe. Rêya rast a çareseriyê giftûgoye.”
Bafil Talebanî: Divê pirsgirêka Kurdan li Suriyê jî bi goftogûyê çareser bibe
Talebanî têkîldarî Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman ku divê pirsgirêka Kurdan li Sûriyê jî bi goftogûyê çareser bibe.
Her wiha mijara têkoşîn û şerê QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî di rojeva Talebanî de bû.
Talebanî diyar kir ku Kurdan bi awayek gelek baş şerê DAIŞ’ê kirin û got:
“Kurd demek dirêj bi vî şerî ve mijûl bûn. Niha jî ew şer heye. Tirkiye ji mere dibêje madem hun alîkariya Kurdên Sûriye dikin, wê demê hûn alîkariya PKK’ê dikin. Ez gelek vekirî vê gotinê dikim, bila her kes bizane ku YNK hevkariya birayên xwe yên li Sûriyê dike û bê guman emê bikin jî.”
Serokkomarê Iraqê: Tirkiye dixwaze destwerdanê di karûbarên Iraqê de bike
Her wiha Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd jî li Bahreynê civînek çapemeniyê lidarxist û îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê kir.
Letîf Cemal Reşîd da zanîn ku çend welatek hene sinor û ewlehiya Iraqê binpê dikin, lê çapemenî behsa wan nake.
Reşîd di dewamê de behsa êriş û deswerdanên dewleta Tirk a li ser Iraqê jî kir û got:
“Dewleta Tirk destdirêjiyên xwe yên li ser Iraqê dewam dike. Dixwaze destwerdanê di karûbarên welatê me de bike. Em jî niha bi rêya danûstandinan hewl didin pirsgirêkê çareser bikin.”



