Rêveberiya Xweser hewil dide, pirsgirêka ava Hesekê bi rêay ava bîrên Amûdê çareser bike.
Ji 20 bîrên ku wê werin kolandin, 8 temam bûne.
Hevserokê Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Silêman Ereb got: “Di 6 mehan de wê ev proje bidawî bibe û av bighêje şêniyên me yên li Hesekê.”
Ji bajarê Amûdê bo Hesekê amadekariyên şandina ava vexwarinê tê kirin.
Bajarê Hesekê piştî êrişn dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe 2019’an li ser Serêkaniyê, av li ser bêtirî mîlyoneke welatiyan hat qutkirin.
Rêveberiya Xweser ji bo êş û azarên şêniyan sivik bikin serî li gelek rê û rêbazên çareseriyê dan.
Yek ji wan jî projeya avakirina stasyoneke gihandina ava vexwarinê ji bajarê Amûdê bo Hesekê ye.
Ew jî bi rêya kolandina bîran û danîna boriyan ji Amûdê heta bi Hesekê ve.
“Hawizên ku 5000 m3 av digre nava xwe di projeyê de hene”
Têkildarî mijarê Hevserokê Desteya Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Silêman Ereb axivî û got:
“Xebata avakirina stasyoneke gihandina avê ji Amûdê ber bi Hesekê ve dewam dike.
Di projeyê de hawizên ku 5000 m3 av digre nava xwe hene.”
Ev proje ji ber sedemên cur bi cur dema temamkirina wê dirêj kir.
Heta niha ji 20 bîran 8 bîr tenê hatine kolandin.
Her wiha 5 xebatên ji bo amadekirina vê projeyê hatine bidawîkirin û 3 jî didomin.
“Lêçûna vê projeyê nêzî 3 milyon dolar e”
Silêman Ereb da zanîn ku piştî gelek lêkolînan wan cihê kolandina bîran hatiye diyarkirin û ev tişt anî ziman:
“Piştî gelek lêkolîn û cerbandinan û kolandina du bîran me gund hilbijart da ku em projeya stasyonê lê pêk bîbin.
Ev yek jî bi alîkariya pisporên jiyolojîk pêk hatine da ku bandorî li jîngehê neyê kirin.
Bigiştî lêçûna li vê projeyê nêzî 3 milyon dolar e û wê di 6 mehan de bidawî bibe.”
“Sedema derengmayîna projeyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker bû
Hevserokê Desteya Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê di dawiyê de wiha got:
“Projeya avakirina stasyona ava vexwarinê wê 2023’an wê di nava 6 mehan de bidawî bûba.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bûn sedema derengxistina projeyê.”
“Em bang li raya giştî û rêxistinên navdewletî dikin ku di derbarê vê projeyê de piştgiriya pêwîst bikin da ku ev proje di demeke kin de bi dawî bibe.”
https://youtu.be/14AkLODsmR4



