Li kantona Firatê dema çinînê

Hevseroka Desteya Çandiniyê a Kantona Firatê Sewsen Daban têkildarî wergirtina genim li Kantona Firatê axivî û got: Niha 610 patos hatine qeydkirin û ji 2`yê Gulanê ve dest bi çinîna genim û ceh hatiye kirin.
3 navendên sereke li Kantona Firatê hatine amadekirin û li gorî texmînan jî wê bi qasî 80 hezar ton genim were wergirtin.

Sewsen Daban diyar kir ku di 15`ê Îlonê de welatiyan dest bi standina ruxseta cotkariyê kiriye û got:

Li gorî derfetên heyî jî ji cotkaran re madeyên sotemeniyê û çiwal tên belavkirin .

Ji bo wergirtina genimê îsal li Kantona Firatê sê navendên sereke hene ku ew jî Rovî, Sirîn û Çelebiyê ye.

Her sê navendên sereke êdî dikarin bi awayekî hêsan ji cotkaran genimî werbigirin.”

Sewsen da xuyakirin ku li bajarê Sirînê jî ji bo wergirtina genimî avahiyeke nû hatiye avakirin û got:

Desteya Çandiniyê biryar daye ku ji ber ku bandoreke nebaş li axê dike bila cotkar piştî çinîna zeviyan, pirêzeya zeviyên xwe neşewitînin.

Back to top button