Meclisa navçeya Holê xirakirina bircan şermezar kir û banga hişyariyê kir

Der barê xirakirina têl û bircên kehrebeyê yên navçeya Holê, Meclisa Holê daxuyaniyek da û ev kirin şermezar kir.

Meclisê da zanîn ku armanca van kesan binketina ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser e û eşkere kir “Di vê dawiyê de êriş li ser milkên giştî tên kirin, têlên kehrebeyê û bircên wê tên dizîn û di encamê de kehrebe li ser gel qut dibe.”

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin xwediyê van kirinan dixwazin fitneyê di navbera gel û saziyên Rêveberiya Xweser de derxînin.

Dawiyê Meclisa Navçeya Holê bang li gel kir ku hişyar bin û piştgiriya hêzên ewlekariyê û Rêveberiya Xweser bikin.

Back to top button