Li bajar û bajarokên kantona Dêrazorê 18 lijneyên hilbijartinan hatin avakirin.
Meclisa Gelan a Kantona Dêrazorê 28’ê Nîsanê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Kantonê avakiribû.
Komîseriyê di çarçoveya xebatê xwe de li bajar û bajarokê Dêrazorê 18 lijneyê hilbijartinê ava kirin.
Kesên ku dixwazin bibin namzetên hevserokatiya şaredariyan an jî endamtiya meclisên şaredariyan, serî li van navendan bidin:
- Cezra
- Kisra
- Siwer
- Bisêra
- Hecîn
- Kuber
- Mihêmîda
- Hîsan
- Cedîdet Igêdat
- Şihêl
- Teyana
- Zîban
- Ebû Hemam
- Kişkiye
- Qeranî
- Sûse
- Şefa
- Baxoz