Zimanê dayîkê li herêmê, bi xwedî lêderketinê tê parastin

‘Zimanê dayikê nasname û hebûna me ye’ bi vê gotinê xwendekarên li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî girîngiya perwedeya bi zimanê dayîkê pênase kirin. Li Tirkiyê jî tevî zextên dewletê, zarokên kurdan bi zimanê xwe diaxivin.

Weke Bînas Resûl bi hezaran zarokên kurd ku tenê di mala xwe de dikarîbûn zimanê xwe biaxivin, lê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re xewn û xeyalên wan pêk hatin.

Êdî zarokên li bakur û rojhilatê Sûrî bi zimanê xwe yê dayîkê perwedê dibînin.

Xwendekar bi fermî zimanê kurdî di dibistan, zanîngeh û peymangehan de dixwînin.

Tevî vê, hemû pêkhate bi ziman û çanda xwe dijîn.

Li cîhanê bi tevahî nêzî 6 hezar ziman hene, lê belê li gorî daneyên zanistî îro li cîhanê bi qasî 2 hezar û 500 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne û li gorî UNESCO’yê ji sala 1950’an heta niha li ser rûyê cîhanê zêdeyî 200 ziman mirin e.

Dewletên netewperest bi hişmendiya yek ziman û yek netew nêzî zimanên dayikê yên gelan dibin û ji bo tunekirina zimanê dayikê, polîtîkayên qirkirinê didin meşandin.

Bi armanca rêzgirtina ji bo zimanê dayikê yê tevahî neteweyên cîhanê 21’ê Sibata 1999’an ji aliyê Rêxistina Çandî ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO’ê ve weke roja zimanê dayikê ya cîhanê hatiya destnîşan kirin.

Dewleta Tirk biryara UNESCO bin pê dike, zimanê Kurdî qedexe dike

Yek ji wan zimanên ku li dijî mirinê li ber xwe dide zimanê kurdî ye..

Nexwesim li Tirkiyê, zimanê Kurdî bi salan e para xwe ji zextên dewletê digire.

Li cem Tirkiyê, xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê kurdî suce tê dînin..

Lewra bi salan e li dijî gelê kurd siyaseta pişaftin û qirkirinê dide meşandin.

Zarokên Kurdan tevî zextan bi Kurdî diaxivin

Roza û Amara, du zarokên kurd ku li Enqereyê dijîn, tevî hemû zext jî bi zimanê xwe yê kurdî diaxivin.

Roza û Amara diyar kirin ku divê hemû kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin..

Back to top button