Gelek kes ku dsiçin seyrangeha li pey xwe gemarê dihêlin

Gelek kes hene dema ku diçin seyrangehan,cihê ku ji xwere digrin lê nemqatene li dû xwe pir gemarê dihêlin.
Ji vê yekê dikarin bêjin ku seyrangehan vedugherînin cihê çopê. Mînaka wê jî Seyrangehên gundê Swêdîkê ye.
Lewra Desteya Jingehê hewl dide çanda parastina jîngehê belav bike.

Dilyar Hebîb yek ji xwendekrê Zanîngeha rojavaye ku bi hevalên xwe re çûbû Siwêdîkê lê ev li vir mixabiniya xwe tîne ziman.

Dilyar Hebîb diyar kir ku dema em çûn wir, li her derê gemar hebû.

Av gemar bûye, di nav de madeyên xetere, mîkrob û bakterî hene.”

Rêveberê Ofîsa Şopandina Jîngehî ya Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Munzur Silêman ji bo vê mijarê axivî û got:

Madeyên wekî plastîk ên li seyrangehan hatine hiştin, ji bo dar, axê, sewal û mirovan jî jehreke kujer e.

Desteya Jîngehê bi rêya civînan yan jî belavkirina broşûran şêniyan hişyar dike û dixwaze ku seyrangehan biparêzin.

Silêman desntîşan kir ku Desteya Jîngehê plan dike pergala zabiteyên seyrangehan pêş bixe.

Back to top button