Li Cindirêsa Efrînê 3 kes hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî Istixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê 3 welatî revandin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Li gorî çavkaniyên taybet îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyê bi navê Ebdo Şêxo (46) û Nazmî Hemo (43) ji bajarê Cindirêsê revandin.

Heman çavkaniyan diyarkir ku çeteyan çavên her du şêniyan girtin û bi panzerekê ew birin.

Têkildarî çarenûsa wan jî aganî nehatin bidestxistin.

Piştî vê yekê li nava bajar welatiyeke din jî hate revandin.

Çavkaniyên xwecih ên li Efrîna dagirkirî diyar kirin ku kesê hatî revandin bi navê Reşîd Mihemed ye.

Reşîd Mihemed ji pêşiya mala xwe ya li gundê Til Silûrê hat revandin û heta niha tu agahî der barê wî de nayên zanîn.

Ji destpêka Gulanê ve û heta niha 11 kes li Efrînê hatine revandin.

28 welatî meha Nîsanê li Efrîna dagirkirî hatine revandin

Back to top button