Çerxeriya Keleha Nebî Horî li bajarê Qamişlo bi merasîmekê hate vekirin.
Piştî xebatê çend ehan, vê êvarê bi beşdariya şêniyên Efrînê yên koçberî Qamişlo bûne û şêniyên Qamişlo perde ji ser Keleha Nebî Horî hate rakirin.
Di merasîma vekirinê de Hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Perwîn Mihemed axivî û diyar kir ku avakirina keleh peyama hevgirtina gel bi hev re ye.
Piştre starnên Efrînî hatin vêxistin û li ber wan dîlan hat gerandin.
Li aliyekî hemberî çerxerêyê mertaleke bi wêneyên şervanên YPG û YPJ’ê yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Keleha Nebî Horî ji aliyê dîzaynkerê dekoratan ê ji koçberên Efrînê ve hate avakirin.
Li rex mertalê jî hejmareya 58 ku nîşaneya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê dike heye û li ser jî peykera balafirê heye.