“Li Sûriyê 2150 kesî jiyana xwe ji dest daye”

Bandora wê erdehjî gihaşt tevahiya Sûriyê.
Gelek barajên Sûriyê zirarên mezin dîtin.
Bîlançoya qurbaniyênn li Sûriyeyê kêlî bi kêlî zêdetir dibe.
Heta niha çavdêriya Sûrî 2150 kes tomar kirine.

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê rû da li gelek deveran belav bû.

Heta tevahî bajarên Sûriyayê bi vê erdhejê hesiyan.

Gelek parêzgeh bandorên mezin dîtin.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hejamra qurbaniyan li 2 hezar disekine.

Kêlî bi kêlî jî zêde dibe.

Bndora erdgehê li Heleb, Hema, Lazqiye û Tertûs zêde bû.

Gelek xanî û Avahiyên pirqatî bi ser niştecihên xwe ve hilweşiyan.

Dewletên Navnetewî jî radighînin ku wê alîkariyê ji bo Sûriyê û Tirkiyê rê bikin.

Da ku karibin qurbanan xilas bikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 72 bajar, bajarok û navçeyan ziyan dîtine .

Li tevahiya herêmên Sûriyê 2150 kesî heta niha jiyana xwe ji dest daye û bi sedan kes jî di bin kavilan de ne.

Çavdêriyê destnîşan kir ku hezar û 62 ji wan li herêmên Hikûmeta Şamê ne.

Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî da.

Her wekî li herêmên Rêveberiya Xweser jî 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Tevlî kêmderfetiyan jî heta niha lêgerîn di nava kavil û malên hilweşiyayî de berdewam e.

Bandora erdhejê li Sûriyê

Back to top button