Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê daxuyaniyek da

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê ji ber erdheja li Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Komîteyê got :
“Roj ew roj e ku di asta herî bilind de piştevanî bê kirin.
Bêyî ku ji rejîma faşîst hêvî bikin, em piştevaniya civakî mezin bikin.”

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê derbarê erdheja qewimî daxwiyaniyek weşand ..

Komîteyê destpêkê sersaxî ji malabatên qurbaniyan re xweset û şîfaya xêrê ji birîndaran re hêvî kir.

“Hilweşîna bajêr encama destê mirovane lewma ev sûcê mirovahiyê ye”

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê got :

“Erdhej ji ber ku ew bûyer in li derveyî îradeya me diqewime, weke ‘karesata xwezayî’ tê pênasekirin.

Lê belê hilweşîna tiştên bi destê mirovan hatine avakirin ti carî afet nîne.

Yanî bajar hemû berhema mirovan e û encama îradeya mirovan e.

Lewma hilweşîna bajêr a ji aliyê erdhejê ve hemû encama mirovan e, sûcê mirovahiyê ye.”

“Dewlet berpirsyarê vê komkujiyê ye”

Komîteyê eşekre kir ku berpirsyarê yekser û sereke yên vê hilweşîn û komkujiyê dewlete û wiha domand :

“Rêveberiya faşîst a AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 20 salan de her qada jiyanê ya welêt xera kir..

Lewma ji encama hliweşîner û komkujiya ji ber erdhejê , rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst berpirsyar û sûcdar in.”

“Ji rejîma faşîst hêvî nekin, piştevaniya civakî xurt bikin”

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê tekes kir ku bêyî em ji rejîma faşîst hêvî bikin, em piştevaniya civakî mezin bikin

“Roj roja mezinbûna bi hev re ye, ew roj e ku piştevanî di asta herî bilind de bê kirin.

Bi vî rengî em li her qadê bikevin nava liv û tevgerê.”

Back to top button