Şêniyên herêma Firatê alîkariyê bi hev re dikin

Ji bo parastina şêniyan ji egera pêleke erdhejê, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi hemû derfetên xwe seferber bûye.
Lewra, konên hewandina welatiyên herêmê vegirtine da ku şevên wan bi aramî derbas bibin.
Lê di wir de, tişta balkêş ku xelkê deverê di rewşeke wiha de hev radigirin û alîkariya hevûdin dikin.

M+B

Piştî erdheja roja Duşemê ya li Bakurê Kurdistanê ku herêmên Sûriyeyê, di nav de Kobanê pê bandor bûn.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi hevkariya Heyva Sor A Kurd tedbîrên pêwîst ji bo parastina şêniyên herêmê girtin.

6 konên hewandinê vegirtin.

Ne tenê wilo, şêniyên herêmê xwe bi xwe jî çi ji destê wan tê, alîkariyê ji hev re pêşkêş dikin.

Çi xwarin be û çi jî alîkariyek cuda be.

Back to top button