Rêvberiya Xweser a Herêma Firatê bi hemû derfetên xwe seferber bûye

Ji bo parastina şêniyan ji pêleke muhtemel a erdhejê, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi hemû derfetên xwe seferber bûye.
​​Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê jî xwe li navendên hewandinê digirin.

Piştî erdheja roja Duşemê ya li Bakurê Kurdistanê ku herêmên Sûriyeyê, di nav de Kobanê pê bandor bû..

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tedbîrên pêwîst ên parastinê ji pêleke muhtemel a erdhejê girtin.

Rêveberiyê ji bo kesên ku di avahiyên bi qatan de bi dijîn, 6 konên hewandinê vegirtin.

Ji bo rewşên awarte ji endamên Hevya Sor a Kurd, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl komîteyek hatiye avakirin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê navendên hewandin hatin vekirin

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê jî navendên hewandinê vekirine.

Welatî diyar dikin ku ew ditirsin di dema erdhejê de mal bi ser wan de hilweşin, ji ber vê yekê xwe li navendên hewandinê girtine.

Li gorî Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, heta niha 6 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da û 50 jî birîndar bûne.

Back to top button