Şêniyên Firatê: Girtiyên Doza Kobanê rûmeta me ne

Li herêmê Bertekên Li dijî biryara dewleta Tirk a ji bo girtiyên ‘Doza Kobanê zêde dibin
Şêniyên Kobanê û Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bi meş û daxuyaniyan ev biriyar şermezarkirin û gotin: “Ji ber ku dewleta Tirk alîgirê rêxistinên terorîste dixwaze tola wan hilîne.”

Li dijî biryara dewleta Tirk a ji bo girtiyên ‘Doza Kobanê’ şêniyên Kobanê daketin qadan.

Şêniyan di meşê de biriyar şermezarkirin.

Piştî meş ji Qada Şehîd Egîd destpêkir veguherî mîtingê.

Li wir hevserokê TEV-DEM’ê yê Kobanê Enwer Mislim berxwedan Kobanê bi bîrxist û got:

“Gelê Bakurê Kurdistanê jî rêya serhildanê li gel Kobanê girtin. Niha jî dewleta Tirk dixwaze tola wê bigire.”

Rêveberiya Xweser a kantona Firatê: Bi van biriyara tola DAIŞ’ê hiltînnin

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji ber ku dewleta Tirk alîgirê rêxistinên terorîste, dixwaze tola wan hilîne.

Hêmû siysetmedarê Kurd ku piştgirî da berxwdan Kobanê di wê demê de bû hedef.

Lê ev biriyar tucarî vîna gelan ji bo aştiyê têk nabe.”

Back to top button