Lubnan: Îsraîl êrîş bir ser bajarê Baalbekê

Êrişên Îsraîlê û Hizbullahê li hin herêm û bajarokên başûrê Lubnanê didomin.
Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer û keşfê êrîşî Ramiye yê Eyta El-Şeabê, navçeya Sûrê, bajarê Baalbekê kirin.
Hizbullah jî weke bersiv ji doh û heya îro danê sibê bi balafirên bêmirov hin noqteyên leşkerî yên Îsraîlê kirin.

Di dema ku îro danê sibê balafirên şer ên Îsraîlê êrişî aliyê Ramiye yê Eyta el-Şeabê kirin, balafirên keşfê yên Îsraîlê bi tundî li ser gund û qeraxa deryayê ya navçeya Sûrê firîn.

Ji aliyeke din ve îro Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku “Artêşa Îsraîlê bo yekem car piştrast kir ku şeva borî navendeke ewlekarî ya li devera Golanî bûye armanca teqîna balafireke bêmirov a Hizbullahê”.

Rayedarekî ragihand ku artêşa Îsraîlê tîmên teknîkî şandin cihê bûyerê û lêkolîn li ser asta birîndar û ziyanan li navenda ewlehiyê dikin.

Doh jî gundên derdora Baalbek danê sibê rastî rêze êrîşek asmanî yên giran ên Îsraîlê hatin.

Weke bersivekê li hember wê yekê Hizbullah bi balafirên bê mirov êrîşî Îsraîlê kir.

Lubnan: Hizbullahê baregehek leşkerî ya Îsraîlê kir armanc

Her wiha li ser hûrgiliyên êrîşê hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Îsraîlê 10 êrîşên dijwar li dar xistin, li gelek hedefên derdora bajarê Baalbek ê li hundirê Lubnanê xistin û 5 êrîş jî derdora gundê Nebî Şît ê Bekaayê kirin armanc.

Êrîşên asmanî herwiha li rêze çiyayên rojhilatî di navbera bajarokên Brîtal û el-Hureyba de xistin û tîmên ambulansê çûn cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di êrîşan de kampeke perwerdeyê ya li Nebî Surec a ku Hîzbullahê beriya demekê vala kiribû, hatiye hedefgirtin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de kuştî û birîndar çênebûne.

Hizbullah: Li başûrê Lubnanê şervanekî me hat kuştin

Li aliyê din Hizbullaha Lubnanî di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarekî wê di êrîşeke Îsraîlê de li başûrê Lubnanê hatiye kuştin.

Di daxuyaniya xwe ya bi rêya Telegramê de hat diyarkirin ku çekdarê ku hatiye kuştin Huseyîn Îbrahîm Mekkî yê 55 salî yê ji bajarokê Beyt Yahun e.

Ajansa nûçeyan a Lubnanê (NNA) ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî wesayîtekê de li bajarê Tire li başûrê Lubnanê 2 kes mirin.

Medya Îsraîlî ragihand ku li bajarokê Ademetê yê li rojavayê Celîlê ji ber mûşeka dijî tankê ya ku ji Lubnanê hatiye avêtin kesek mir.

Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku wan gelek mûşekên dijî tankê yên ku ji Lubnanê hatine avêtin dîtine û di van êrîşan de leşkerek bi sivikî birîndar bûye û 4 kes jî sivik birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hember êrîşa bi roketan, balafiran baregeheke leşkerî ya Hîzbullahê ya li herêmên Ayta El Şeab û Kafr Kila yên li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Hizbullah li Bakurê Îsraîlê baregehekî leşkerî kir armanc

Back to top button