Tecrîd mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e

Parêzerê Norwêcî Bent Endresen, Parêzer Cemal Demîr û Parlementerê Sînn Féinê Francîe Molloy tecrîda li ser Rêber Apo nirxandin.
Parêzeran anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnê ye û gotin: “Tecrîd li dijî hiqûqa Yekîtiya Ewropayê ye ku Tirkiye jî aliyekî wê ye.
Kiryarên li dijî Ocalan mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e.”

Hêrsa li dijî tecrîdê ya kesayetên ku daxwaza azadiya Rêber Apo dikin, mezin dibe.

Parêzerê Norwêcî Bent Endresen têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Bent Endresen anî ziman ku salên dûr û dirêj li ser pirsgirêka Kurd xebitî û gelek caran serdana Tirkiyeyê kiriye û got:

“Haya min ji şert û mercên tecrîdê heye ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin.

Şert û mercên ku Ocalan tê de ne beriya her tiştî li dijî qanûnê ye û diviyabû beriya demeke dirêj bihata nirxandin.”

Parêzerê Norwêcî Bent Endresen: Ez piştgiriyê didim girtiyên siyasî yê Tirkiyê

Parêzer Endresen anî ziman ku dema dawî gelek mirov li pêşberî pirsgirêkan hîn bi berpirsyarî tevdigerin, çalak bûne û got:

“Ji bo mirovên bindest têkoşîna edaletê wê dewam bike.

Ez piştgiriyê didim girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û gelê Kurd ku li Kurdistanê zext lê tê kirin.

Kiryarên li dijî Ocalan mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e.”

Parêzer Cemal Demîr: CPT bûye parçeyek ji tecrîdê

Parêzer Cemal Demîr jî daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk nirxand ku beriya niha bi demeke kurt gotibû ‘Tecrîd nîne’ û got:

“Dem bi dem CPT serdana girtîgeha Îmraliyê dike, lê belê veguheriye parçeyek ji tecrîdê.

Bawerî bi CPT êdî nameye û piştî serdanê jî daxuyaniyê nade raya giştî.

Li Îmraliyê hiqûqeke pir rêveberî heye.”

Parêzer Cemal Demîr: Daxuyaniya Wezareta Edaletê pêwîstiya xwe bi îzahatê heye

Parêzer Cemal Demîr li ser daxuyaniya Wezareta Edalete jî nirxandin kir û gotine xwe wiha bi dawî kir:

“Di daxuyaniyê de tê gotin, li pêşiya hevdîtinê astengî nîne.

Pêwîstiya vê daxuyaniyê bi îzahatê heye. Birêz Ocalan salên dûr û dirêj e tecrîdkirî ye.

Tecrîd li dijî hiqûqa Yekîtiya Ewropayê ye ku Tirkiye jî aliyekî wê ye.”

Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan

Ji Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dinç jî bo sempozyûma têkîldarî girtiyên siyasî bie hat Londonê, bi Parlementerê Sînn Féinê Francîe Molloy re li Parlementoya Brîtanyayê hevdîtinek pêk anî.

Parlementer Molloy ku dilxweşiya xwe ya ji ber hevdîtinê diyar kir, ji hesaba xwe ya X parvekirinek kir.

Molloy wiha got:

“Ez pê şanaz im ku min bi parêzerê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Ocalan 25 sal in girtî ye. 38 meh in tu têkilî pêk nehat. Ev naye tolere kirin.

Sînn Feîn zelal e; divê Ocalan serbest bê berdan.”

Martina Anderson: Divê kes mîna Ocalan neyê tecrîdkirin

Back to top button