Rejîma Îranê girtiyekî Kurd piştî 14 salan di girtîgehê de ma darve kir

Rêkxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku girtiyê Kurd Xesrew Beşaret ê 14 salan di girtigehê de ma rejîma Îranê ew darvekiriye.

Xesrew Beşaret di sala 2010’ê de li Mehabadê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve bi tometa kuştinê hat girtin.

Ew bo Îdareya Îtlaeta Urmiyeyê hat veguhestin.

Bi salan di bin îşkenceyên derûnî, fîzîkî de neçarî kirin ku li ser xwe bide.

Li gorî agahiyan, girtiyê Kurd Xesrew Beşaret roja 1’ê Gulanê ji bo cîbicîkirina hukmê darvekirinê bo hucreya takekesî hatibû veguhestin.

Û herî dawî roja Duşemê 13’ê vê mehê 20 deqeyan destûr hate dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Li gorî Rêkxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, girtiyê Kurd Xesrew piştî derbasbûna zêdeyî 14 salan di girtîgehê de doh danê sibê li Girtîgeha Qizilhesarî ya bajarê Kerexê ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.

Back to top button