Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Tebqayê raganad ku li Tebqayê 9 lîjneyên hilbijartinan ava kirine.
Li gorî madeya 24’an a beşa sêyemîn a Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lijneyên komîseriyê yên li kantonan berpirsên avakirina lijneyên hilbijartinan ên li bajar û bajarokan in.
Li gorî heman madeyê, ev lijne demkî ne û piştî ku Komîseriya Bilind encamên hilbijartinan ragihandin, karê wan bi dawî dibe.
Li gorî beşa B a heman madeyê, lijneyên hilbijartinan ên bajar û bajarokan, li gorî qanûna komîseriyê û perspektîfên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, lijneya komîseriyê ya kantonê, kar û xebatên xwe dimeşîne.
Hejmara sandoqan û rêbazên belavkirina wan û serokên navendên hilbijartinan diyar dike.
Li herêmê amadekariyên dawî yên hilbijartina şaredariyan tên kirin



