Li Reqa MSD’ê panelek li ser rola jinan lidar xist

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê li Reqayê bi navê ˊRola rêxistinên jinan di guhertin û pêşxistinê de (rewş û zehmetî)ˊ panelek li dar xist.
Di panelê de zehmetiyên li pêşiya rêxistinên jinan li Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Panel li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Reqayê li dar ket.

Di panelê de endamên sazî û rêxistinên jinan amade bûn.

Panel ji 2 mijara pêk hat.

Mijara yekemîn li ser rewşa rêxistinên jinan û rola wan û mijara duyemîn jî li ser zehmetiyên li pêşiya rêxistinên jinan bû.

Seroka Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Cîhan Xidiro a mijara yekemîn meşandî got:

“Di aliyê jinan û pratîkê de gelek xebatên me hene ku sûdê li têkoşîna jinan li Sûriyê dikin.”

Mijarê duyemîn jî ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan a Helebê Zeyneb Qenber ve hate meşandin.

Zeyneb Qenber diyarkir ku dema jin vegerin cewhera xwe, wê demê ew ê serkeftinê bi dest bixin.

Dawiyê çend xalên di encamnameyê de derketîn pêş wiha e.

Xurtkirina jinan, destekdayîna wan û beşdarkirina wan di biryardanê de û di qadên siyasî û aborî de.

Vekirina navendên perwerdê û pêşxistina asta jinên Sûriyê.

Peydakirina makanîzmaya dan û standina bi herêmên din re.

Back to top button