![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/EWROPA-MES-REBERTI-.jpg)
Li Strasboûrgê jinan li dijî tecrîda li ser Rêber Apo meşek li dar xistin.
Jinan anî ziman ku bi pêşengiya jinên Kurd û alîgirên azadiyê wê deriyên Îmraliyê vekin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya fîzîkî meş û mîtîng hat lidarxistin.
Jinên li qada Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa û CPT lê ye meşa xwe veguherandin mîtîngê.
Jinan li ber saziyên Ewropayê dowîzên li dijî tecrîdê hildan û dirûşm berz kirin.
Feleknas Ûca: Konseya Ewropa hevparê sûc e
Di mîtîngê de ewilî parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Ûca axivî.
Ûca têkildarî helwesta Konseya Ewropa û CPT’ê jî got:
”Tirkiye û Wezareta Dadê hevparê sûc in.
Eger CPT çavê xwe ji tecrîdê re bigre wê demê hevparê vî sûcî ye.”
Li ser navê TJK-E’yê Helena Dersim bi Fransî jî diyar kir ku wan bi hezaran caran li Strasboûrgê çalakî li dar xistine û tu Kurdên ku vê derê nas nekin tune ne.
Mîtîng bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.