Jinan li Kolnê standa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ danî û broşurên daxwaza azadiya fîzîki ya Rêber Apo belav kirin.
Di standê de jinan bal kişand bi ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê.
Endamên Meclîsa Jinê ya Viyan û endamên Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Koln ê Almanyayê stand danîn.
Standa ku bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hat danîn, tevahiya rojê dewam kir.
Di standê de pirtûkên Rêber Apo hatin danîn û li qadê jî wêne û poster hatin daliqandin.
Jinan di çarçoveya çalakiyê de broşurên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike, belav kirin û bal kişandin bi ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê.