Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo peyamek ji 8 aliyên navneteweyî re şand

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê peyameke vekirî ji 8 aliyên navneteweyî re şand.
Di peyamê de bang tê kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê û doza Kurdî çareser be.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê peyamek bi rêya emailê ji gelek aliyên navneteweyî re şand.

Di nava aliyên peyam ji wan re hatîn şandin de, Kongreya DewletênYekbûyî yên Amerîka DYA, parlamantoya Almanya, Meclisa Ewropa, Meclisa Doma ya Rûsya, Meclisa Gel a Çîn, Meclisa Giştî ya Brîtanya, Senatoya Fransayê û Meclisa Rajya Sabha ya Hindistanê heye.

Di peyamê de banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd hate kirin.

Bal hat kişandin ser qirkirinên li dijî Kurdan di sedsala borî de û hat gotin, ew qirkirin piştî damezirandina komara Tirkiyê pêk hat.

Her wiha di peyamê de komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd ji kuştin, koçberkirin û guhertina demografîk hatin bibîrxistin.

Li kêlek wê jî îşaret bi têkoşîna gelê Kurd a bi pêşengtiya Rêber Apo û ragihandina agirbesta yekalî ji bo çareserkirina doza Kurd hat kirin.

Dawiya peyamê bang li van aliyan tê kirin ku di piştgiriya bangên bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Apo de rolekê bilîzin, xwe bispêrin diyalogê, şer bi dawî bikin û çareseriyê pêk bînin.

Şehba-Li kampa Vegerê li dijî tecrîdê daxuyaniyek hat dayîn

Têkildarê tecrîda girankirî, Meclisa navçeya Şêrawa jî daxuyanî dan.

Daxuyanî li gundê Ziyaretê li Kampa Veger hat dayîn.

Koçberên Efrîn tecrîd û cezayên dispilînê ên li ser Rêber Apo tên ferzkirin şermezar kirin.

Koçberên Efrînê bang li gelê cîhanê kirin ku li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û soza xwe ya têkoşîna heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dubare kirin.

Back to top button