Kongreya Kongra Îslama Demokratîk bi encamnameyekê bi dawî bû

Duh 12’ê meha Gulanê li Qamişlo Kongreya Kongra Îslama Demokratîk hate lidarxistin.
Kongre bi encamnameyekê bidawî bû.
Evîn El Hecî û Mele Mihemed El Xerzanî wekî hevserokên Kongra Îslama Demokratîk hatin hilbijartin.

Di bin dirûşma “Ictîhad (têgehiştin) û nûkirin dergehên çareseriya pirzgirêkên Rojhilata Navîn in” Kongreya Kongra Îslama Demokratîk hate lidarxistin.

Kongre duh li Qamişlo bi beşdariya 540 delegeyî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêk hat.

Piştî nîqaşa derbarê gelek mijaran de kongre bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di ecncamnameyê de li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser û qanûnên Meclisa Ol û Baweriyan rêziknameya nû ya kongreyê hat erêkirin

Hinek guhertin di sazumaniya Meclisa Şêwirî de çêbûn.

Ew jî endamên wê ji Meclisa Şêwirî ya nû ji rêveberên Fakulteya Zanistên Olî-Beşa Ola Îsalmê, nûnerek ji Fakulteya Jineolojî, 2 endamên rêveber ên Desteya Perwerde û Fêrkirinê- Beşa Ola Îsalmê û endamên din ên Kongra Îslama Demokratîk pêk tên.

Li gorî Hevpeyaman Civakî meclis cara yekemîn hate avakirin.

Sazumaniya nû ya Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hevserokatî, Meclisa Rêveber a Giştî û Desteya Rêveber pêk tê.

Her wiha Evîn El Hecî û Mele Mihemed El Xerzanî wekî hevserokên Kongra Îslama Demokratîk hatin hilbijartin.

Ji bo Meclisa Rêveber a Giştî ya Kongra Îsalam Demokratîk 41 endam hatin hilbijartin.

Li aliyekî din jî plansaziya dema bê ya Kongra Îslama Demokratîk hate eşkerekirin.

Li gorî wê:

“Di nava 3 mehên pêş de avakirina meclisên bajar, bajarok û kantonan werin pêkanîn.

Bi armanca pêşxistina aliyê bîrdozî û belavkirina têgeha îslama demokratîk têkiliya bi komîteyên lêkolîn, perwerde û ragihandinê re were xurtkirin.

Û pêşxistina têkiliyên diplomatik bi saziyên olî yên cîhanê re.”

Li Qamişlo kongreya Kongra Îslama Demokratîk hate lidarxistin

Back to top button