Kongra Îslama Demokratîk 3’emîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo lidar xist.
Di kongreyê de hate gotin: “Bi rêya vê kongreyê em rûyê pak û pîroz ê Îslamê vegerînin.”
Her wiha di kongreyê de peyama KCK’ê û perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin.
Di bin dirûşma “Ictîhad û nûkirin dergehên çareseriya pirzgirêkên Rojhilata Navîn in” Kongreya Kongra Îslama Demokratîk hate lidarxistin.
Kongre li Qamişlo bi beşdariya 540 delegeyî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêk hat.
Di kongreyê de rapora salê, perspektîvên Rêber Apo û rêziknameya Kongra Îslama Demokratîk hatin xwendin.
‘Pergalên desthilatdar ol ji cewhera wê durxistine’
Li wir hevserokên Kongra Îslama Demokratîk Delal Xelîl û Mihemed El Xerzanî bixêrhatina mêvanan kirin û gotin:
“Ola Îslamê mîna olên din xizmetê ji mirovahiyê re dike.
Niha pergalên desthilatdar ol kirine mîna şûrekî di destê xwe de û ji cewherê wê dûr xistine.”
‘Ji bo avakirina nifşekî azad hevgirtina xwe xurt bikin’
Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêvberiya Xweser Hemdan El Ebd jî axivî û diyar kir ku bi rêya gelek dewletan hewl hate dayîn ku wêneya Îslama rasteqîn xirab bikin.
El Ebd bang li gelê herêmê kir ku ji bo avakirina nifşekî azad û pêşketî hevgirtina xwe xurt bikin û li rex hev bisekinin.
KCK: Baweriya me bi hêza Kongreya Îslama Demokratîk heye
Her wiha di kongreyê peyama KCK’ê ya ji bo kongreya Îslama Demokratîk hate xwendin.
Di peyama KCK’ê de hate gotin:
“Em bi hêvî ne ku Kongra Îslama Demokratîk bi fikir û jêhatîbûna xwe deriyên nûbûnê li herêmê û Rojhilata Navîn veke.
Baweriya me bi hêza Kongreya Îslama Demokratîk heye.
‘Em ê rûyê pak û pîroz ê Îslamê careke din vegerînin’
Beşdarên Kongreyê jî nêrînên xwe anîn zimên û teqez kirin ku encamnameyeke baş ji kongreyê derkeve.
Dawiyê de hevserokên nû yên kongreyê hatin hilbijartin û daxuyaniyek hate dayîn.



