Hikumta Şamê careke din buhayê sotemeniyê bilind kir

Li Sûriyê ruxmî şer heyî aloziyek aborî ya bê çare heye.
Hikumeta Şamê careke din rewşa zehmet a debara welatiyan paşguh kir û buhayê madeyên sotemeniyê zêde kir.
Serokê hikumeta Şamê efserekî hikumetê bi pêkanîna sûcên şer tê tawanbarkirin, wekî parêzgerê Siwêdayê erkdarkir.

Hikumeta Şamê bi polîtîkayên dimeşîne rewşa jiyanî ya li welat zehmetir kiriye.

Hikumeta Şamê jê bêyî ku rewşa heyî berçavan derbas bike, biryarên jiyanê zehmetir dike derdixe.

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mizexiran a hikumeta Şamê careke din buhayê sotemeniyê bilind kir.

Li gorî biryarê, buhayê lîtreya benzîna “Oktan 60” ji 12 hezar L.S bû 15 hezar û 500 L. S.

Buhayê lîtreya benzîna “Oktan 95” bû 14 hezar û 368 L. S

Her wiha buhayê lîtreya mazotê 11 hezar û 669 L.S.

Buhayê tupeke xazê ya malan jî kir 100 hezar L.S

Ji destpêka salê ve, ev cara 8’an e ku hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê bilind dike.

Tevî vê jî, welatî ji ber kêmbûna van madeyan ji neçarî berê xwe didin sûka reş û madeyên sotemeniyê û xazê bi pereyên zêde dikirin.

Madeyên Sotemeniyê û Xazê li sûka reş hene lê li gel saziyên hikumeta Şamê kêmin.

Ev yek jî ji ber gendeliyan di nava saziyên hikumeta Şamê de ye.

Xwepêşandanên li Siwêdayê didomin

Li rexî aloziya aborî, xwepêşandanên li Siwêdayê yên bi armaca dîtina çareseriyekê ji bo krîza li welêt didomin.

Îro jî weke her roj xelkên parêzgeha Siwêdayê herikîn qada El-Kerama û mêtingek lidaxistin.

Li vir xwepêşandêran banga berdana girtiyan û pêkanîna biryara NY a 2254’an kirin.

Efserê sûcê şer dike bû “parêzgerê” Siwêdayê

Seroka Hikumeta Şamê Beşar El-Esed bi biryarekê parêzgerên bajarên Dêrazor, Gundewarê Şamê, Hema û Siwêdayê guhert.

Li gorî biryarê, Mutez Teysîr Qetan bû parêzgerê Dêrazorê, Ehmed Îbrahîm Xelîl parêzgerê gundewarê Şamê û Meen Subhî Ebûd bûye parêzgerê Hemayê.

Her wiha Beşar Esed erka Besam Memduh Barsîk ya parêzgeriya Siwêdayê bi dawî kir û Ekrem Elî Mihemed li cihê wî erkdar kir.

Li gorî rêxistineke hiqûqî, Ekrem Elî Mihemed ê ji bajarê Himsê ye, di rêveberiya giştî ya îstîxbara hikumeta Şamê an ku “Ewlehiya dewletê” de kar dike, sûcdarekî tawanên şere .

Back to top button